Fotograf: Ferid Demirel / bianet
Cejn ji bo gelek ciwan û navsereyan vegera li malê ye. Ji êvara cejnê ve xwişk û bira, xal û xwarzê li hev dibanin ji mecbûrî. Li welatê me neçûna dawetan berebere tê qebûlkirin û fêmkirin, lê neçûna malê ji êvara cejnê ve hîna nebûye mijar jî ku bê nîqaşkirin.
Roja cejnê cihê krîzên navmalî ye jî, rûbirûmayîna bi rastîyên tahl e.
Têkilîyên ku bi xwişk û birayan tên danîn zû bi zû naguherin. Bi salan yek li derve ji xwe re li xwe digere, xwe dibîne, nas dike, bi xêra têkilîyên ku bi kesên derveyî malbatê re datîne bi kapasîteya xwe ya pêşketinê, zanînê dihese. Lê çi fêde ku qewimî û vegerîya malê, exlebe jî ku jin be û li birayekî paşverû biqewime, jê li qelsîya xwe, kêmbûna xwe godarî dike. Jineke ku li dervayî gund psîkologek, parêzerek, hunermendeke di ser xwe re ye, bi rojan xulamtîyê ji mêvanên nêr re dike, her çiqa ev mêr devşorbenî dera hanê bin jî. Ev jin ku daxilî hewşa xwe bûn dîsa sivikên malê ne. Prestîj û hêza ku jinê ji xwe re bi zor û sed belayan ava kirîye, li hewşa malbavê* serobino ye.
Li heman malbavê neferên mêr jî her sermîyanê sermîyanan in, kes behsa serkeftinên wan ên li derve nake. Bêtir prestîj ji ber birabûn û mêrbûnê ye. Lê zêde ferqî nîn e, ew her xwedî xatir û hêzeke ji-xwe-ber in. Loma ew ranabin piştî cejnê nivîsareke wekî vê ya ku ez pê mijûl im nanivîsin.
Roja cejnê çi diqewime di hindurê jinekê de?
Pirs û lêpirsînên bê dawî...Bêdengîyeke kûr, germahîya ku ji ber xwepêçanê û hêza pirsên ku di serî da lotikan didin...
Jin diwestin. Ew ji hal de dikevin piştî cejna qurbanê! Qurban ew bi xwe ne hinekî. Qurbana serê bilikê lawê birayên xwe ne rojê pênc caran.
Jin diwestin. Dest ji wan diweşin ji ber şûştina firaq û folên cejna ku pêşbazîyeke xwarin û vexwarinê ye. Ew hilanîn û danîna sifra cejna zilaman in. Cejn e ji zilaman re!
Jin diwestin. Nizanin ne bikenin ne li ber xwe bikevin kengî bira û hevalên xwe daxilî hinduro dibin. Ku bikenin eyb e, ku mahdtirş bin ew ê di mal de bimînin.
Ew di quncikan de xwişk, xwarzê, birazê, dotmam û cîran hevdû zeft dikin û dibe pistepista wan, behsa jiyanê dikin, bi dizzîka. Bêrîya mêrên ku dê hêjabûna wan bipistîne guhên wan dikin. Ew ên ku dê teqez zanibin bê ka ev jin çi karî dikin, li ser çi projeyê dixebitin, dixwazin li ku bigerin, hevalên wan kî ne, çawa ne û ew çi dikin gelo. Ew ên ku dê ji tevlîbûna jinê ya civatê netirsin û çaxê wê cilekî rengîn û xweşik li xwe kin dê ji ber wê fedî nekin, lê ji vê xweşikahîyê hez bikin, pê bicoşin. Ew mêr li derve ne. Bira ne, bav in, heval û dergistî ne , lê li derveyî hewşa malbavê ne. Dibişirin kengî li mêrên ku ji wan re hevrê ne difikirin û di nav civata xwe de dibêjin “asas mêr xweş in”. (MA/FD)