Tew dema ku ez zarok bûm ji bo mezinên malê gelek caran digotin;
Welê kêfxweş bûm ku ew mabû per û baskên min derketana… Ji kêfa min got qey perên min derketine..”û hwd… min digot qey em tiştên bi per û bask in. Hem em nebînin jî baskên me hene, hem jî sedî sed ê rojek derkevin û me bifirînin. Em baskdar bûn lewra, carna difiriyan…
Lê dûre min dît ku qet jî wisa nîne. Belkî jî ji ber vê yekê per û bask qet ji helbestên min kêm nabin. Her wiha hin helbest dibêjin ku dema bask pir mezin bin jî mirov nikare ji ber wan bifire. Çi ecêb e ne? Mirov ji rûyê baskên xwe ve nikare bifire, teva ku ji bo firînê ne jî ew nahêlin mirov bifire. Lewre gelek mezin in.
Îja çî ye ya ku baskan wilo mezin dike ku nahêlin em bifirin? Dema wisa mezin dibin nizanin ku dê li hember me û firînê bibin asteng û nehêlin em bifirin? Dibe ku neleta per û baskan jî ev be: Welê mezin bibe ku nahêle tu bifirî! Welê mezin dibe ku dibe dijminê xwe. Belkî xwekuştina baskan jî ev e: Mezin bibe ku nikaribe bifire, mezin dibe û firînê dikuje. Hem sedemê firînê, hem jî mirina firînê… Bask, yanî ew tiştên ku min digot qey li ser milên me veşartîne, em kîngê bixwazin ê derkevin û me bi firê bixin.
Lê kanên, kanên bask, kanê firîn?
Gelo Mezinbûna gewdê Hewarê jî ne wek ya wan baskan be? Belkî Hewar jî wisa ji me û ji beden û giyana me mezintir e ku em nikarin pê bifirin. Halbûkî wek du baskan e, mezin û têr û tije. Lê bo çi tu li gewde û giyana me nayê ey perbaskê me yê nêzî sed salê?
Li vir Hawar bi beşek ji vê helbesta xwe ya dirêj me disekinîne:
Bêrîya Botan
…Kanî Dêrşew, ka Herekol, ka Kepir
Ka zozanên Bavê-Têlî ka kê bir
Dibêjin ko Burca-Belek hilweşî
Text û bextê botîyan de ka geşî
Seyrangeha Banûwa Zîn ma çi bû
Naxwiyên qet xişr û xemlên wê li kû
Ka Westanî ka Qesara ka kanî
Kanîn zozan, cihên bilind kebanî
Awan jî bit kanî Beko, ka nêreng
Kanîn ew bezm, kanî bade, kanî beng(….)
Kanî Xaltan bira Zerdeşt, Hewêrî
Şûrkêşên me, filehên me, Hevêrkî
Ka şikefta mîr Miheme, ka perî
Kanî Dasnî, kanî keçên surperî
Kanî Şingar(Şengal?), ka xwalên me, yezîdî
Belav bûne, bê rêzik in bê serî
Dêra-Reben weke berê vala ye
Hejale jî diyar nîye raza ye
Mifiryan ku, kanî lavij, lajebêj
Tîr û kevan, şûr û mirtal û destrêj(…)
Bêrût: 29 Çiriya Paşîn 1932
HEREKOL AZÎZAN
(Hawar, cîlda duduyan)
Em bi baskên xwe yên lerzok di cîhê xwe de sekinîn ne? Bêriya Botan, bêriya firîna heyamên dûr e û ji nêv Hawara ku way hê jî xwe ji kurdan re dike stare gazî me dike. Bi van du baskên giran em li nêv kavilên asîmîlasyonê dikarin çi bikin? Ev herdû bask dikarin me ji vî cinawirî xilas bikin?
Hawar Herekol Azîzan Hawar, kavilên me ji yên te wêrantir, baskên me ji yên te lawaztir in. Ne cejn ne roşan, em dil digihînin ba te digel silavan…
Spasdarî ji bo Nûdemê, xebatek bêhempa...
(MR/AY)