Normal-asayî… An jî nenormal, anormal,neasayî… Çî ye gelo ku timî wiha di rojeva mirov de ye. Welê ye ku carna em bi xwe li hember xwe jî dibin pisporên normal an jî anormalê û zanîn û rûhîyeta xwe wilo bi nav dikin?
Lê kî ne emên normal,ezên normal kî? Em ê kengê xwe di hezar avên normal de bişon û bibin wek xelkê, wek her kesê, yanî normal …bibin?
Herçî ez im, hest û zanîna anormalbûnê ji min re qet xerîb nehatîye û ez tim di nav refên anormal de bûme. Tew bi piranî di nav anormalan de jî anormal bûme! Yanî deh caran anormal… Çawa ku serê mezin derdê mezin tîne, anormalîya mezin jî derdê mezin tîne, anîye û me gelek bela xwe jî li hev da ye. Bes dîsa jî gelek caran min jî wek hemî anormalan gotîye, baş e ku anormal im. Berdêl giran be jî wilo ye. Anormal…tenê ye, serbibela ye, lê xweş e jî.
Belkî lazim e em bi awayek civakî-derûnî-dîrokî û rojevî jî li ser anormalî û normalltîya kurdan bisekinin û ji hev safî bikin. Da ku bibînin normal çî ye û anormal çî ye. Ji ber ku gelek caran ji ber hêza piranîyê asayî û neasayî cîh diguherîne. Ya asayî, neasayî, ya neasayî jî asayî tê nîşandan.
Bes niha dixwazim em bi hev re li ser normalîzasyona ku sîyasetmedar behs dikin bisekinin. Carna dibêjin normaltîya sîyaseten jî. Carna jî, pêvajoya normalbûyînê.
Halla halla…Me çend mînakên dîrokî û civakî û welatî yên normal, an jî normalbûnê hene? Ev wêranxana hanê kengê normal bû û mesela ziman, çand û nasnama me, ji bin paletên tankan rizgar bûn? Me wek gel û kes kengê azad, bi rûmet û serbilind jîya? Kengê em jî wek xelkê ji dengê zincîr û zordestîyê rizgar, yanî normal bûn? Normalbûn, ji bilî azadî û asûdehîya wê çî ye gelo?
Jixwe ku mirov bindest be normal û nenormalên mirov jî di destê xelkê de ne. Kengî dilê wan, yanî berjewendîyên wan dixwaze normalîzasyonek îlan û lutuf dikin û dibên way me ferman da, haydên bijîn!
Em ê çima û çawa bijîn? Heta ku em bi her tiştên xwe bindest bin, ew ê normaltî çawa çêbe? Em ê dest bi kîjan jîyana xweser, yanî normal bikin? Ma normalbûn bi çend gotin û fermanan, bi çend fen û fûtên gurên boz ên dubare pêk tê?
Mesela em ê çawa normal bibin, heta ku tac û textên we wiha li ser pişta jîyana me û zarokên me bin? Dê roj çawa normal hel bê û şev çawa karibe razê? Heta ku hûn wisa û em jî wiha…bin dê kulîlk çawa dilgeş vebin û çivîk çawa stranan bixwînin? Em ê çawa wek ku tiştek nebûye normal… tevbigerin û wek ku hûn ne hûn in… ji we hez bikin? Em ê çawa sûcên we jibîr bikin û wek ku hûn gulên spî bin ji we bawer bikin?
Mesela em ê çawa karibin hebûna we ya li gund û bajaran a bêyom û kirêt û îbret, rast û durust bibînin û bi destên xwe yên pak destên we yên bi xwîn û qirêj bigrin? Em ê çawa û çima her tiştî ji bîr bikin?
Ji bo em normalên we…bin, gere em ji bîr bikin ne? Normalên we yên bêhiş û dil, bêrûmet û nasname! Normalên we yên ku hûn dibên qey xulamên li ber derê we ne, we kengê çi ji wan xwest, li ber emrên we amade ne.
Me tu tiştî ji bîr nekir, em tu tiştî ji bîr nakin. Çimkî ev e normaltîya me. Normaltîya me ya ku ji we re anormal tê. Belê em anormalên we ne. Em ê tim jî wiha bin û bi vê yekê jî serbilind bin. Ji ber ku normaltîya we mirin û esareta me ye. Dubareya sedsale ye. Em dubareyan jî napejirînin. Çimkî wek ku me got, em anormal in.
(MR/AY)