Wek yeka ku li goristana zîndanê jî li ser vê mijarê nivîsîye, hemî berhemên di vê derbarê de meraq dikim û li pey wan im. Lê min qet nedizanî ku vê romana Helîm Yûsiv jî li ser Arîngradê ye. Ji ber vê yekê du caran kêfxweş bûm û dîsa xeyalên min neşikest in û min got baş e ku way pirtûkek wî ya din jî dixwînim. Ji ber ku xwendina pirtûkên vî nivîskarê ku bi me daye zanîn ku Mirî Ranazên, şansek gelek mezin, rêwîtiyek gelek xweş û serbilindiyek pir hêja ye. Çimkî tu tişt ji ber (ezber) û kopîkirî nîne û di her pirtûkê de mirov wek xwendevan rastê rastiyên cuda, qehremanên balkêş û çîrokên nû tê.
Lê vê romana ku navek wê ya din jî - Evîna li ber siya xwediyên alên reş-e, alên reş ên ku hê jî li ba dibin û dixwazin me tevan di dojehek reş da tune bikin, ji nû ve tîne bîra mirov. Çawa gav bi gav tên, qor bi qor dorpêç dikin, reş bi reş û ref bi ref jiyanê dikujin. Çawa ji her aliyê dinyayê tên, çiqas pir û har in… Kêlî bi kêlî dijî mirov, kêlî bi kêlî dibe Kobanî… Reşbûna alên reş xwe wek mar û dûpişkan li laşê mirov dipêçe. Hahoo…Jiyan ji bo me çi tiştek bê ewle û kujer e.
De ka bila Dara Gwîzê ji rûpela 22an bipeyîve:
“Cudahiya di navbera min û mirovan de ew e ku ew temenê xwe dizanin û ez nizanim. Qasî ku tê bîra min, min xwe li hewşa vê malê dîtiye. Xwediyên malê hem tên guhertin hem jî geh kêm û geh zêde dibin, lê her dîwar ew dîwar in, wisa jî her kevir ew kevir in. Mirov bi lez tên guherandin, lê darên mîna min, wisa jî kevir û ax û tiştên derûdorê hêdî hêdî û bi dizî ji kirasesekî dikevin kirasekî din. Hetanî berî pêncî salî jî behsa kaniya avê dibû,gola li kêleka bajêr û av û darên derûdorê, lê nizanim di van salan de çi qewimî ku her der ji keskayiyê rût û zelût bû. Ava vexwarinê bû hesret û her der zuha bû. Nexasim van herdû salan, piştî ku komên çekdarên xwediyên alên reş derûdorên me girtin, êdî ne tenê av lê hetanî oksîjena li hewa jî li me kêm bûbû.”
Dara Gwîzê dipeyîve, çawa nepeyîve, pênûsa nivîskarê me her tim ziman dixe devê her tiştî û îcar war,warê şêr û şepalan e. Her tişt leheng, her tişt wêrek, her tişt sozdar û her tişt berwar e. Ma ne jixwe pirtûk wiha dest pê dike:
“Derengî şevê bû. Dinya hênik bû. Li goristana bajêr, derhêner Hadî Kîno devê gora xwe vekiribû, kamera xwe danîbû ber xwe û xwe li ser gîhayê kesk dirêj kiribû. Gava dengê teperepa lingê wî hat, cîranê wî Burhan Emînê senaryonivîs jî ku di heman demê de dostekî wî yê kevin bû û hevparê hevdû yên gelek projeyan bûn, deriyê gora xwe vekir û herdû li ber ronahiya mûmên ku li ber gorên wan vêketibûn dîsa ketin danûstendinên bêsînor”
Mirî…dîsa ranazên û li ser kar in, li wir, li wê gulistana ebedî ya li ser dil jî.. Nahewin, natirsin, li ser welat difikirin. Mirî ne xerîb in, ji me ne. Mirî em in em. Hisiyata; hay loo…em eynî ne” bi mirov re çê dikin. Mirî, ne bêzar û bêziman, ne jî bê fikr û raman in… Kar û barên xwe didomînin, mesela:
“Vebêjer
Derengî şevê bû. Li goristana Kobanî dinya hênik bû. Derhêner Hadî Kîno devê gora xwe vekiribû, kameraya xwe danîbû ber xwe û di axaftinên mirî û zindiyan de diramiya bê çawa wan bi hev ve girê bide, montaj bike û kîjan dîmenê berî kîjan bîne. Di wan kêliyan de Burhan hat:
-Tu di dema xwe de hatî.
-Belê, ez dizanim, ji sedî sed tu dixwazî li ser montajkirinê biaxivî.
-Bêguman, tu rast dibêjî.
Gava axaftin di navbera herdûyan de dirêj bû, Hadî behsa roportaj û dîmenên kevn yên di destê xwe de kir. Dixwest Burhan bide qanihkirin da ku karibe sê beşan ji axaftinan di fîlmê xwe yê dokumenter de binivîsîne. Axaftinên zindiyan, yên miriyan û hin ji wan axaftinên kevn.”
Bû gurmegurma dilê we jî ne? Gelo em di kîjan beşê de ne, li nav miriyan an li nav zindiyan? Xwezî me hema niha ji derhêner bipirsiya. Da ku behsa me bikira, salix û sulûxek ji me bida, da ku me bidîta em li ku ne çi dikin. Belkî Dara Gwîzê jî em bin Viyan û Rodî û Ezîzoyê kor jî…
“Ezîzo, yek ji wan zarokên ku ketibûn ber xezeba vê tofanê,ji ber korbûna xwe bibû barekî giran ji dê û bavê xwe re, ji bo xwişk û birayên wî yên bi çav ji mirina reş rizgar bibin, bavê wî biryar dabû ku wî li pey xwe bihêlin û herin. Ezîzoyê zarok bi tena serê xwe ji gurên tîbûnê û pençên wê germa ku çermê mirovan dişewitand re,wisa kor, bêkes û bêdeng hatibû hiştin. Şîrînê û hevalên xwe yên çekdar çûbûn bi hewara wan ve. Hinekan ji wan xwe dabûn kuştin, lê dîsa jî bi wan çekên xwe yên sivik karibûn korîdoreke jiyanê di nav herdû çavên mirinê yên vekirî de vekin û berê zêdeyî hezar kesî ji dojeha “Dewleta Îslamî”bidin cîhekî aram ku destê tu dewletan nema karibû bighîje wan.(…)-Ezîzo, birê min, yên kor em in ne tu yî. Yê seqet ev qedera me bi xwe ye, ne tu yî.”
Pirtûka ku min herî dawî xwend ev bû, behsa alên reş…dikir û rastî ji nûvebilindkirina alên reş hat, dîsa li vî alî sînor. Ma ji bo al û rû û kar û fikrên reş, ferqa sînoran heye. Jixwe di her rûpela pirtûkê de mirov ji nûve dibîne ku dinya tev çawa bûye reşperest û alreş, ji bilî kaniya kurdan a çikiyayî û dû re dîsa geşbûyî…Bes alên reş tu car negihîştin miradê xwe, dê negihîjinê jî. Ji ber ku mirovahî heye, dara gwîzê û Viyan hene.
De ka em li Hecîyê Heftê salîyê şehîd jî guhdar bikin:
“Berî ku min bikuje, min ew ajot nav danûstendinê. Dixwest min bikuje û here. Devê tifinga wî min ji qudûm nexistibû. Min jê xwest ku çeka xwe deyne aliyekî û min bi wan kirinên xwe qanih bike. Despêkê ew jî şaş ma û nizanibû ez çi dibêjim. Min jê re got:
“Ez ji te û mirinê natirsim, ji ber ku dema çûna min jixwe nêzîk e.
Wî weha li min vegerand;
-Axaftin fêde nake. Emrê dewleta me ya îslamî ye û wê îro pêk bê. Îca axaftina zêde ji bo çî ye?
-Wê kuştina kalemêrekî wekî min heftê salî çi fêdê bighîne te?
-Emrê dewleta me ya îslamî ye, yanî emrê Xwedê Teala ye. Te fêm kir?
-Bawer neke ku Xwedê ji bo kuştina min horiyeke bihuştê bide te.”
Divê ev pirtûk, ji bo xwenûkirinê û dilsoziyê, ji bo bûyîna me ya li wir û ji bo her tiştî… bê xwendinê. Ka binhêrin spasiya nivîskar jî çiqas dilşewat e:
“Wisa jî spasdarê her du şehîdên ciwan Rodî û xwişka wî Gulîstanê me ku carekî di dawiya sala 2014an de me hevdu dît û me behsa nivîsandina vê romanê kir, bêyî ku zanibin ew bi xwe wê bibin mijara wê.”
Carek din sehet xweş nivîskarê hêja, te carek din dilê me bi me da hîskirin. Wê her cûreya mirinê jî nikaribe me razîne.
(MR/AY)