Alan Ciwan, şanogerê ciwan demeke ku li Ewropayê bi cih bûye û li wir dijî. Dema li Stenbolê bû, di hin şanoyên sereke yên weke "Di Tuwaletê de", "Serencama Qijikan" de lîstiye.
Ciwanî di bersivên xwe yên ji bo hevpeyvîna "5 Pirs 4 Bersiv"ê de got ku ew di nava jiyana rojane de "Herî zêde ji paldana li ser bankekî û sêrkirina weşîna pelên payîzê hez dikim."
Ciwan her weha dixwaze li stêrkekê bijî.
Va ye 5 Bersivên Alan Ciwanî yên ji bo 5 Pirsên me.
1- Van rojan tu bi çi mijûlî?
Pêleke dirêj e ku li ser romana Bextiyar Elî ya bi navê Qesra Balindeyên Xemgîn dixebitim. Van rojan giraniya min li ser wê ye dîsa. Me dil heye wê wek performansekê pêşkêş bikin.
2- Heke careke din tu werî dinê, tu dixwazî di rewşeke çawa de bijî? Çi bikî?
Dixwazim li stêrkeke din bijîm. Dixwazim hewayeke din hilmijim. Pêwist nake çêtir û xweştir be jî. Dû re dixwazim di nava êlekê de bibim çîrokbêjek. Bikaribim payîzokan bibêjim. Pêwist nake dengê min xweş be jî. Na wela bila xweş be. :)
3- Di jiyana rojane de herî zêde tu ji çi hezdikî ku bike?
Herî zêde ji paldana li ser bankekî û sêrkirina weşîna pelên payîzê hez dikim. Li guhdarîkirina sira bayekî tenik. Ne ku romantîk im ha. Ez nîvtorî mA! Xwiya ye carnan xwîna min a botî dikele.
4- Dixwaze jiyaneke çawa bijî?
Dixwazim di aramî û bêxemiya pîrejineke sedsalî de bijîm.
Axavtina Xelatên Şanoyê yên Afîfeyê-2016
5- Bûyer an jî kesekî/e ku di jiyana te bandoreke mezin li ser te kiribe heye?
Dema zar bûm ji ser banekî ketim. Li gor gotina diya min: "Wella çû(m) û careke din hat(im)". Pêleke zahf dirêj ajotiye xewa min. Carnan xewna wê xewê dikim. Tê de ji min re çîrok tên gotin. Hin ji wan çîrokan vêga dibin awaza hunera min. (FD)