Fotograf: Pinterest
Em slavkî didin patronê wî yê berê, li hal malê wan dipirsin. Rê û rêwanî tune ji miletê. Tê bêjî qey vê kelkelê, xelkê heta bi kermêşa xwe ya malê jî bixwe re anîye û hatine. Tew gava çav li gurmola zilamên di avê de dikim, qidûm li min sist dibin. Jinek ji bo derman di nav vê gurmola bipirç de nîn e. Yên bêpirç li ser textan seletê hûr dikin, agirê menqilê di ber re baweşîn dikin. Carê bêhnekê jî, bi gedên xwe re diqîrin. Xwesû û dê rûnîştî, pardon merixî ne, bûk û sivikên malê mitala xwarina însanên bipirç dikin. Ewil tûka xwe dadiqurtînim, paşê çavê xwe li cihê jinan digerînim. Ma qey ez xurifî me, xwe berdim nav colîya mêran. Konê şîn ji nav daran hewika xuya dike.
Erê, camêr ji ‘aîleyan’ re hawiz veqetandine li wê dura. Çar hawirê vê neqebkê bi naylonek şîn girtine.Axir ez berê xwe didim nav pîrekan û ew dere nav qewmê xwe. Hatina me ya seyranê bi hev re, bû çi ka? Madem em ê her yek mecbûr bi aliyek ve herin? Ev jî dibe pirsek ji hezar pirsên bêbersiv ên astronotan. Ku astronot li Serêavê li koka mantixa vê veqetîna jin û mêran bigerin, wê li konê şîn rast bên, paşka sutyê xwe bixwirênin û bêjin, li devera ku mantix lê diqede, Serêavê dest pê dike. De astronotno, ezmanhezno werin li Serêavê û binê avê binêrin, heke we meselê safî kir, behsa rapora xwe bipistênin guhê min jî, bi xêra serê miriyên xwe.
Li pişta konê şîn
Qerepere ya zêde nakim, şort û fanêrê xwe yê reş digirim û derim pişta wî konê şîn. Pîvana hawizê min û we 2 mîtro firehî, 2 mîtro dirêjahî û teqrîben nîv mîtro jî kûrahî ye. Jinên ku potansîyela avjenîyê ji wan dûr e, di nav avê de li hev derin û tên. Civat germ kirine, ya ji wan kêm herekê kulmek dendikên gulan e. Qîzê wan ên naşî jî smîta naylonî xitsine newqa xwe û hilboqiyan dikin.
Dor li wan girtîye, çavê mêran bi wan nabe vê esirê, loma xwe berdane; tevlî derpî û kirasê birqonek û tişortê rambo modelî* ne, barebar û guregura wan e. Xwedê jî nizane bê ka van jinan li sikakê, li dawet û şahiyan çawa bi çilpiskan derin xwe û wiha xwe li ba dikin, çaxê dilezînin ber bi kar û barê xwe ve, û tew ji bavê kesê zêde ye bêje serê pozê sola we xwar e.! Ku li dora wan mêr tune bin, ji her gavê bêtir dibin xwe.
Li hêla din a kon, li zilamên feqîr bifikirin hela kêlîkekê. Pir guneh in, û nihîta gunehê wan di sukra xwediyê vê projeya konê şîn de ye. Hay ji mêrên di şeta avê de ye, hawizê jinan tije jinên tev bîkînî û mayoyên biqasî bihustkê ne. Hin ji wan krêma tavê di xwe dane, wiha temamê bedena xwe ya xweşik pê seyandîne, haho niha canê wan ê reşik çiqas seksî bûye gidîî.! Dîtina pişta vî naylonê ha ji tu xwedêdayekî re nabe qismet. Kes nizane bê ka hin ji van keçikên li pişt wir, çilo dibên şelp û li kulîmekên hev dixin ji nişkê ve û dibe hurehura kenê wan ê dike wan bihelisîne ji hesretê. Belkî jî beşek ji wan hinga soba kirine, ji hal de ketine, xwe li ser pişt li bin vê tava tûj termkî dirêj kirine, bûne tejane û şeqên xwe jî ji hev fireh kirine. Yaw çi dîmenkî lava haho.!Xeyal dikin, dibên wa ye yên şûm ji wan, memik berdane meydanê, hemin li pist vî konê xwedêjêstendî kesên ne ji me,bedenka me ya nîvtazî nabînin, çima em ê xwe bipêçin û veşêrin?
Dîmena dûrî xeyalan û ya rast ev e: Pîra ku kofîya wê barê gakî ye, daxilî hundirê konê şîn dibe. Dibê xuşp û deling ji xwe datîne. Tu nabê mîzê zor daye pîra me. Weha dewa xwe li nava xwe dipêçe û xwe rihet dike. Canikên ku wekî gamêşan di wê kulma ava ku ji wan re hatiye veqetîn de civatê dikin, bi pîrê dikenin. Ma xema pîrê ye? Dipirse: ‘Keçê qotîkek vala bi wer tune?Ez xwe helal bikim…
Sê çar tûran di nav vê ava paqij wek ruh de diavêjim, xwe li ser piştê dikim û li ezmanê bajarê ku min dilek tê de ye, dinêrim.Cih li min teng e.Nabe, ma 2*2 mîtro têra çiyê me dike? Ev henekpêkirin e xwakê. Ev hawiz ne ya aileyan e,encax bibe ya bebikan. Li malê min teşt tije av bikira û qûna xwe tê de pahn bikira ji vê sosretê ne çêtir bû? Tew bi ser de, me du kom pere dan ji bo em erebakê kirê bikin û werin vir.
Pêş-Hişyarî:
Ku li serêavê av ji jinan re serbest nebe vê havînê, em ê 15-20 jin mayoyên xwe yên rengorengo li xwe bijidînin û bi derbekê xwe berdin nava wê avê. Îşê me ji colîya zelaman nîn e. Bakin cendirme, em sûcdar in.
Navê sûcê me wê yek ji van be.
1-Jinan cih li me teng kir.
2-Bala me belav kirin.
Li vê jî, em fikirîn.! Hewce nake hûn qet xwe bileqînin ji bo rizgarîya şeta mîza pîrê ya ji neqebka 2*2 mîtroyan. Xwe ji devê riya me bidin alî, temam e. Di hawizan de ne masî xweyî dibin ne jî jin. Ev herdû jî, yên ava bê ser û ber in. (MA/FD)
* Rambo modelî: Fanêreyên navmil vekirî