TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 25
Diyar Saraçoğlu & İnanç Yıldız
nûçe
Newroza Amedê dest pê kir
Leyla Zana, birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi hev re ketin qada Newrozê. Bernameyê bi bîranîna Kemal Kurkutê ku di Newroza 2017an de bi guleya polîsan hat kuştin dest pê kir.
21 Adar 2024
Diyar Saraçoğlu,İnanç Yıldız
Weşanxaneyên kurdan ji bo Newrozê kampanya dan dest pê kirin
Gelek weşanxaneyên kurdan ji bo Newrozê kampanyaya erzaniyê dan dest pê kirin û bihayê pirtûkan daxistine.
21 Adar 2024
Wesîla Torî
nûçe
Salîha Ayata: Li dijî qedexe û qirkirina heyî me xwest cil û bergên kurdî bidin nasîn
Seroka KASEDê Salîha Ayatayê got: “Gelek caran çalakiyên çand û hunerî bi hincetên cur bi cur hatin qedexekirin. Her wiha destûr nayê dayin ku kurd bi kincên xwe yên kurdî jî tev li pîrozbahiya Newrozê bibin. Me jî wek Komeleya Çand û Hunerê ya jinan me xwest kul i hember vê qirkirin û qedekirina heyî cilên herêmên Kurdistanê bidin nasîn.
21 Adar 2024
Wesîla Torî
bianet
taybet
Dadgeha Destûra Bingehîn dê sibê serokê xwe yê nû hilbijêre
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Dadgeha Destûra Bingehîn hatine girtin, ji bo serokatiyê navên Cîgirê Serok Hasan Tahsîn Gokcan ku li Dadgeha Destûra Bingehîn ji "baskê muxalefetê" ye û Yildiz Seferinoglû û Îrfan Fîdan ji "baskê desthilatê" ye derbas dibe.
20 Adar 2024
Piştî Newroza Îzmîrê 6 kes hatin girtin
Li Îzmîrê ji 35 kesên ku hatibûn desteserkirin jê 6 kes bi iddiaya ku "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin. Her weha 29 kes jî bi biryara kontrola edlî serbest bûn.
20 Adar 2024
Hikmet Adal
nûçe
Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye
Dadgehê biryara beraetê da û diyar kir ku hêmanên hiqûqî yên sûc pêk nehatine.
19 Adar 2024
Hikmet Adal
PDKê aşkere ku ew ê beşdarî hilbijartinên Herêma Kurdistanê nebin
Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ji bo kotaya Xiristiyan û Tirkmenan a li Meclîsa Herêma Kurdistanê biryar dabû ku ne gorî Dadgeha Destûra Bingehîne û kota betal kiribû. Piştî biryara dadgeha federal kriz derket holê û Partiyên Xrîstiyan û Tirkmenan biryar dan ku tevlî hilbijartinan nebin û boykot bikin. Her weha PDK jî tevlî boykota wan partiyan bû.
19 Adar 2024
147 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmedî nayê girtin
147 roj in agahî ji edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmedî nayê girtin.
19 Adar 2024
Li Enqereyê ji bo piştgiriya Filistînê çalakiyek pêk hat
Koma Kampanyayê ya Dagirkeriya li Filistînê bidawî bikin, duh li Enqereyê çalakiyek pêk anî. Çalakî li Kolana Konûrê pêk hat. Partiyên çep, sosyalîst û rêxistinên civakî yên demokratîk koma navborî ava kiriye.
18 Adar 2024
Li gelek bajaran gelek kes hatin desteserkirin
Li Şirnex, Îzmîr û Êlihê polîs û leşkeran bi ser gelek malan de girtin û di encamê gelek kes desteserkirin.
18 Adar 2024
Polîsan li Newroza Stenbola êrîşî nûçegîhanên bianetê kirin
Polîsan berê nûçegîhanên bianetê Tûgçe Yilmaz û Alî Dînç asteng kirin ku bûyerên desteserkirinan dişopandin. Paşê ew devûrû danîn erdê derb li wan dan. Polîsan Yilmaz û Dînç desteser nekirin û serbest kirin. Nûçegîhanên bianetê wê giliyê polîsan bikin.
18 Adar 2024
Mûrat Karayilan: “Di çend rojên pêş de em ê mizginiyekê bidin gelê me”
Endamê Desteya Rêvebir ê KCKyê Mûrat Karayilan bi Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî û got: “Di Newrozê de, di nava çendek rojên pêş de em ê mizgîniyê bidin gelê xwe. Dê ev mizgînî bi daxuyaniyeke nivîskî were ragihandin. Ev mizgînî dê di bilindkirina têkoşîna me de bibe xwedî roleke girîng.”
15 Adar 2024
Mîlyon û 32 hezar û 610 ciwan wê cara yekem dengê xwe bidin
Ji 61 mîlyon û 441 hezar û 882 hilbijêrên tomarkirî yên ku dê di hilbijartinên 31ê Adarê de dengê xwe bidin, ji sedî 50,59ê wan jin in û ji sedî 49,41ê wan jî mêr in.
15 Adar 2024
Belemeke koçberan li Çanakkaleyê noqî avê bû: 8 kes mirin
Waliyê Çanakkaleyê ragihand ku 4 kes rizgar bûn, di nava miriyan de 2 pitik hene.
15 Adar 2024
Piştî 40 salan li Portekîzê rojnamegeran dest bi grevê kir
Rojnameger ji bo derxistina ji kar, kêmbûna mehaneyan û keda rojnamegerên serbixwe kar dikin protesto bikin, dest bi grevê kir.
14 Adar 2024
Li Konyayê balafira perwerdeyê ya leşkerî ket: Leşkerek mir
Balafira bi tîpa NF-5a ku ji bo perwerdê ji 3emîn Baregeha Jetan a Sereke ji bo perwerdê rabûye û di dema daketinê de têkçûye û ket xwarê. Pîlot bi peraşutê xwe avêt û xelas bûye. Her weha li şantiyeya ku balafir lê ket leşkerekî mir.
14 Adar 2024
Newroza Stenbolê wê di 17ê Adarê de li Yenîkapiyê bê pîrozkirin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Hevberdevka HDKê Esengul Demîr wê tevlî pîrozbahiyê bibin. Her wiha dê hunermenda Tûnisî Emel Mathlouthi, Golgedekîler, Mîkail Aslan û Murat Demir bi stranên xwe tevlî pîrozbahiyê bibin.
14 Adar 2024
Çapa nû ya pirtûka “Şark İstiklal Mahkemesi Kararları” derket
Pirtûk ji du cîldan pêk tê ku dîroknas û lêkolîner Mahmut Akyurekli amade kiriye.
14 Adar 2024
Parêzerên Demîrtaş daxuyanî dan: Sipartina derxistina pêlavan bi dawî bû
"Koma Parastinê ya Demîrtaş" ragihand ku sipartina “derxistina pêlavan” ya li ser Selahettîn Demîrtaş bi dawî bû. Fermana ferzkirina derxistina pêlavan Wezareta Dadê dabû.
14 Adar 2024
IHD: Li girtîgehên herêma Marmarayê di salekê de 2 hezar û 257 bûyerên îşkenceyê pêk hatine”
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya IHDyê rapora xwe ya derbarê girtîgehên herêma Marmarayê de aşkere kir. Li gorî raporê di salekê de bi kêmanî 2 hezar bûyerên îşkenceyê û kiryarên xirab pêk hatine.
14 Adar 2024
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Li Kayseriyê bi çekan êrişî wesayîta DEM Partiyê kirin
Li navçeya Kocasînan a Kayseriyê bi çekan êrişî wesayîta hilbijartinê ya DEM Partiyê kirin. Rêxistina partiyê ya bajêr da zanîn ku êrişkar hatiye desteserkirin.
14 Adar 2024
Parêzerê Demîrtaş ragihand: Wê Demîrtaş dernekeve hevdîtinan
Parêzerê Selahattîn Demîrtaş, Ramazan Demîr diyar kir ku ji Demîrtaş hatiye xwestin ku pêlavên xwe derxe û ji ber vê yekê muwekîlê wî biryar daye ku dernakeve hevdîtinan.
13 Adar 2024
Dadgehê 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li kujerê Erosî Îbrahîm K. birî
Dadgehê ji ber ku pehîn li Erosê xistibû û ew kuştibû, 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Îbrahîm K.yî birî û derketina wî ya derveyî Tirkiyeyê qedexe kir.
13 Adar 2024
Fezlekeya “parêzbendiya” 5 parlementeran şandine Meclîsê
Dosyayên derbarê parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan, Salîhe Aydenîz, Huseyîn Olan û Parlamenterê TÎPê yê Stenbolê Ahmet Şik de şandine komîsyona têkel ya Meclîsê.
13 Adar 2024
Namzetên DEM Partiyê: “Em ê di hemû kar û xebatên xwe de zimanê kurdî esas bigirin”
Namzetên DEM Partiyê diyar kir ku “Em wek namzetên hevşaradariyên Partiya DEMê û hemû endamên meclîsên me, di çarçoveya rêvebiriyên xwecihî yên pirzimanî û pirçandî de, bi taybetî ji ber rastiya rewşa zimanê kurdî û çanda kurdewar, dê di hemû kar û xebatên xwe de zimanê kurdî û çanda kurdewar di asta herî jor de esas bigirin.”
13 Adar 2024
141 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmedî nayê girtin
13 Adar 2024
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Malpera Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
Dadgehê careke din malpera Ajansa Mezopotamya asteng kir.
13 Adar 2024
Îsraîlê zêditir ji 400 Filistînî kuştine ku li benda alîkariya mirovî bûn
Serokê Ofîsa Medyayê yê hikûmeta li Xezeyê Marûfî got ku “Îsraîl bi israr dixwaze polîtîkaya xwe ya birçîhiştina gelê filîstînê kûr bike.”
12 Adar 2024
Doza Beyza Kûralê: Dadgehê vê carê 9 hezar TL cezayê pereyan da her yek polîsên bersûc
Heyeta Dadgeha Asliye Cezayî ya 35an a Stenbolê, her sê polîsên li Stenbolê di dema çalakiya xwendekaran de tundkarî li nûçegîhana bianetê Beyza Kûralê kiribûn, ji ber “azadiya kar û karkirinê binpê kirine” ceza kir. Aşkerekirina biryara cezayê wan jî taloq kir.
12 Adar 2024
Li Stenbolê û Şirnexê gelek kes hatin desteserkirin
Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de 4 jin û li Cizîra Şirnexê jî 7 kes hatin desteserkirin.
12 Adar 2024
Rojnameger Nazim Babaoglû 30 sal in winda ye
DFGyê diyar kir ku “30 sal borîn, lê aqûbeta Nazim nehatiye ronîkirin. Her çend desthilata ku di salên 1990î de rojnameger qetil kirin û winda kirin, xwestin ser rastiyan û heqîqetê bigirin jî, îro bi sedan rojnamegerên ku şopa Naziman berdewam dikin û rastiyan ronî dikin hene.”
12 Adar 2024
Li Fransayê mêran di du mehên destpêkê yên salê de 31 jin kuştine
Li Fransayê di sala 2023an de 134 jin hatibûn kuştin.
12 Adar 2024
1
...
23
24
25
26
27
...
34
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver