"Nehiştin çavên me bi başqanan bikeve"
Min jî bi mebesta nivîsandina çavdêriyên hilbijartinê berê xwe da sûka helawciyan a meşhûr. Di nav dikanên çîtik, sifir, hesin, betanî, zêrînger û qondereyan de geriyam û li ber dikaneke betaniyan sekinîm ku xwediyê wê li ber derî, li ser kursiyekê rûniştiye.