Wezaret: Têkiliya dersdarê îxrackirî bi “rêxistinê” re nîne
Komîsyona Rewşa Awarte ji bo Engîn Karataş, dersdarê îxrackirî gotibû ku “têkiliya wî bi rêxistinê re heye.” Lê Wezareta Perwerdeya Netewî di bersiva xwe de diyar kiriye ku derbarê vê de delîl, rapor, zabitname yan jî dokuman nînin.