Hat tecawîzkirin, dersînorkirin û xwişka wê hat kuştin: Doz sibê li Çaglayanê ye
Beatrice Babirya Ûgandayî ewil hat tecawîzkirin, piştre wê dersînor kirin û her wiha xwişka wê jî li Tirkiyeyê hat kuştin. Rûniştina doza ku hatiye vekirin wê sibê li Dadgeha Çaglayanê were dîtin. Lê ji ber ku Babiry hatiye dersînorkirin, nikare beşdarê rûniştina dozê jî bibe.