Komîsyona 21ê Sibatê kampanyaya îmzeyan wê ji bo kurdî bide destpêkirin
Komîsyona 21ê Sibatê kampanyeya îmzeyan a “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî” û “Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” wê bide destpêkirin. Komîsyonê bang li tevahî Kurdan kiriye û gotiye, “Bi hevdû re xwedî li van daxwazan derkevin û bi dilgermî beşdarî vê kampanyayê bibin.”