Welatiyê ku ji Akşenerê re gotibû “Ev der Kurdistan e” hatiye desteserkirin
Dozgeriyê derbarê Cemîl Taşkesen de bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” lêpirsîn daye destpêkirin. Taşkesenî ji Meral Akşener, Seroka Giştî a IYI Partiyê re gotibû, “Cihê ku hûn niha lê ne Kurdistan e, lê mixabin li parlamentoyê ev `Kurdistan` tê înkarkirin.”