Nivîskar Nûrcan Baysal ji ber “parvekirinên Efrînê” hat desteserkirin
Nûrcan Baysal nivîskara malpera T24ê di çarçoveya wê lêpirsînê de hat desteserkirin ku Serdozgeriya Komarî ya Amedê derbarê parvekirinên medyaya civakî yên ji bo operasyona Efrînê dabû destpêkirin. Polîsan bi ser mala nivîskar Azîz Tûncî de jî girtin.