Romaneke Postmodern: “Payîz an Ziyab” a Suzan Samanciyê
Romana “Payiz an Ziyab”, mîna di şevekê de, mirov li pêy hev çend xewnên nelihev, ji hev dûr, bibînê. Xeyal û rastî, xewn û xeyal; binheşî, dibe xeyal û xewn. Bûyerên ku diqewimin ji hev dûr in, dem û mekân ji hev dûr in, belê di heman demê de ne. Mirov nizane çima ew bûyer qewimiye û paşê çi bûye, çîrokeke ji serî heta binî ya hevgirtî tune… Ev şêwe, di vegotina wêjeyê de, şêweya cereyana “post modernîzmê” ye.