Suna Alanê stranek li ser “Nadia”yê straye
Stranbêj Suna Alanê, stranek li ser Nadia Muradê straye ku Murad ji hêla DAIŞê ve hatibû revandin. Murad piştî ji destê DAIŞê rizgar bûbû, ji bo keçên êzidî yên ji hêla DAIŞê hatibûn revandin, dest bi xebatê kiribû û 5ê Çiriya Pêşiyê ji bo vê xebata xwe hêjayî Xelata Nobelê ya Aştiyê hatibû dîtin.