TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
Şirnex
Rûpela 4
Li Şirnexê sê leşker mirine
Li Şirnexê endamên PKKyê(Partiya Karkerên Kurdistanê) êrîşî bingeheka leşkerî kirine, sê leşker mirine û leşkerek birîndar bûne.
16 Nîsan 2018
Dîmenên pîrozkirina Newrozê
Cejna Newrozê li gelek bajaran hat pîrozkirin, me dîmenên Newrozê berhev kirin.
22 Adar 2018
Di du salên paşiyê de 19 zarok bi teqîna teqemeniyan mirine
Li Geverê du rojan pey hev teqemenîyên ji dema operasyon û qedexeyên derketina derve mayîn teqîyan, bi teqînan zarokek mir. Di du salên paşiyê de bi teqînên bi vî rengî 19 zarok mirine 36 jî birîndar bûne.
12 Adar 2018
Li Şirnexê wesayita polîsan li zarokekî qelibî
Zarokê çar salî yê bi navê O. Ö. li navçeya Hezexê ya Şirnexê dema li ber mala xwe dilîst, wesayita polîsan a bizirx lê qelibî, zarok bi giranî birîndar bû.
19 Kanûn 2017
Li Şirnexê di encama êrîşekê de leşkerek mir
Li herêma Akçayê ya Şirnexê dema leşkeran kontrola rê dikir teqemeniya ku berê hatibû bicîkirin, teqiya. Di encamê de leşkerek mir.
11 Kanûn 2017
Di roja karkerên berhemên binerdî de sê karker mirin
Di Çiriya Pêşiyê de li Gundikê Melî yê Şirnexê karkirina li circirikên komirê hatibû qedexekirin, li ser vê yekê duhî sê karkeran xwestin biçin alav û amûrên xwe ji circirikan derbêxin. Karker ketin di ava li circirikan kom bûyîn û mirin.
5 Kanûn 2017
Li Şirnexê 19 karsazên kanayan hatin desteserkirin
Walîtiya Şirnexê aşkere kir ku di çarçoveya operasyona derbarê hezaza kanayê de 19 karsazên kanayan hatine desteserkirin. Di encama hezazê de 7 karker miribûn.
25 Cotmeh 2017
Li dibistaneke Şirnexê axavtina bi Kurdî hat qedexekirin
Li Şirnexê li ser dîwarê dibistaneke seretayî nivîsa “Ez ê bi Kurdî neaxivim” hat nivîsandin. Wêneyê nivîsê ji hêla malbata xwendekarekî ve hat kişandin. HDPê mijar ji Wezîrê Perwerdeya Milî İsmet Yilmazî pirsî.
24 Cotmeh 2017
Li Şirnexê di kanaya komirê de hezaz çêbû: 6 karker mirin
Li Şirnexê di kanayeke komirê ya bêdestûr de hezaz pêk hat. 6 karker mirin, karkerek jî bi giranî birîndar bû. Ji bo rizgarkirina karkerekî di bin hezazê de maye, xebat berdewam dikin.
17 Cotmeh 2017
Walîtiya Şirnexê: Endamên PKKyê êrîş kir, sê karker mirin
Walîtîya Şirnexê bi daxuyaniyeka fermî da zanîn ku endamên Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) êrîşî karkerên çêkirina rêyan kirine, bi êrîşê sê karker mirine.
28 Tebax 2017
Li Şirnexê leşkerek mir
Li Şinexê di navbera endamên PKKyê û leşkeran de şer çêbû. Di şerî de leşkerek mir.
16 Tebax 2017
Li Şirnexê 3 leşker hatin kuştin
Li navçeya Qilaban a Şirnexê di êrîşa PKKyiyan de 3 leşker hatin kuştin.
28 Hezîran 2017
Polîsê ku li Silopiyê bû sedema mirina du zarokan hat girtin
Polîsê ku li navçeya Silopiyê ya Şirnexê bi panzêrê dîwarê xanî rûxand û ket nava malê û bû sedema mirina du zarokan, hat girtin.
9 Gulan 2017
Panzêra polîsan ket nava malê, du zarok mirin
Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê şeva borî panzêra polîsan a bizirx dîwarê xaniyekî rûxand û ket nava malê. Di encama vê bûyerê de du zarokên ku li malê razabûn mirin. HDPê li gorî çavdêriyên şahidên bûyerê pirsî ku gelo polîsê panzêr diajot serxweş bû yan na?
5 Gulan 2017
Li Şirnex, li Qersê û li Bilîsê 5 leşker hatin kuştin
Li Şirnexê li bajarokê Sêgirk ê navçeya Qilabanê û li navçeya Qaxizman a Qersê di encama teqemeniyan de 4 leşker mirin. Li Bilîsê jî leşkerek mir.
25 Nîsan 2017
Li Şirnexê, di şerî de du leşker mirin
Li nêzîkî navçeya Qilabanê ya Şirnexê PKKyîyan û leşkeran şer kir, du leşker mirin.
21 Nîsan 2017
Walîtîya Şirnexê, qedexeya derketina derve rakir
Li navenda Şirnexê û navçeyên Hezex, Cizîr û Silopyayê di hin sietên şevê de derketina derve qedexe bû. Walîtîya Şirnexê qedexeya ku ji beriya salekê îlan kiribû rakir.
10 Nîsan 2017
Li Şirnexê teqîn: 3 leşker mirin
Li Şirnexê li Çiyayê Gabarê dema ku leşkeran li herêmê xebata lêgerînê dikirin teqemeniya ku PKKiyan ji berê de bicî kiribûn hate teqandin.
4 Nîsan 2017
Walîtîya Şirnexê strana “bêjin NA” ya HDPyê li Şirnexê qedexe kir
Walîtîya Şirnexê diyar kir ku starana propagandayê ya HDPyê ya bi navê “bêjin NA” “kîn û nefretê di nav gelî de belav dike” û stran qedexe kir.
30 Adar 2017
Tansu Pişkin
Rapora İHD, TİHV û Baroya Amedê
“Qedexeya derketina derve li Şirnexê bû sedema trawmayek giran”
Rêxistinên mafan li Şirnexê piştî rakirina qedexeya derketina derve ya 8 mehan berdewam kir dest bi lêkolînê kirin û di encama lêkolînê de diyar kirin ku gel trawmayek giran dijî. Li gorî rapora van rêxistinan divê hilweşandin bilez bê sekinandin û zerara ku derketiye holê bê telafî kirin.
28 Adar 2017
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Walîtîya Şirnexê sietên qedexeya derketina derve guhertin
Li Şirnexê ji îro pê ve dê di sietên 23:00 – 02:30ê de derketina derve qedexe be.
8 Sibat 2017
Li Amedê û Şirnexê teqîn pêk hatin
Li Amed û Şirnexê teqîn pêk hatin. Li Amedê polîsek mir, li Şirnexê jî hin kes birîndar bûn.
16 Çile 2017
Parlementera HDPê Birlik tehliye bû
Parlementera Şirnexê Leyla Birlik ku rûniştina doza derbarê wê piştî girtina du mehan hat kirin de, biryara tehliyekirinê hat dayîn.
4 Çile 2017
Ferhat Encu ji nameyek şand ji malbatên Roboskiyê re şand
Parlementerê Şirnexê yê HDPê Ferhat Encu bo 5. salvegera Qetlîama Roboskiyê ji malbatan re name şand.
28 Kanûn 2016
Li Şirnexê leşkerek hatiye kuştin
Li navçeya Qilabanê ya Şirnexê, PKKyîyan teqemeniyeka bi destî hatî çêkirin li leşkeran teqandiye û leşkerek kuştiye.
30 Mijdar 2016
Hevşaredarên Tilqebînê hatin girtin
Hevserokên Şaredariya Tilqebînê Rabîa Takas û Tahir Aytiş bi îdiayên “endamên rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kirine” hatin girtin. Bi vî awayî hejmara hevşaredarên girtî yên DBPê derkete 40an.
23 Mijdar 2016
bianet'i sosyal medyada takip edin,
önce siz öğrenin.
facebook
twitter
youtube
instagram
bianet bültene abone olun
Walîtîya Şirnexê bi qismî qedexeya derketina derve ji ser Şirnexê rakir
Walîtîya Şirnexê, li Şirnexê ji 14ê adarê ve derketina derve qedexe kiribû, walîtîyê îlan kir ku wê ji îro pê ve ji siet 05.00ê serê sibeyê heta 10.00ê şevê qedexe rakiriye.
14 Mijdar 2016
Ji bo şaredariya Şirnexê, qeyûmek hat erkdarkirin
Cihgirê waliyê Şirnexê, Turan Bedirhanoglû ji bo Şaredariya Şirnexê wek qeyûm hat erkdarkirin.
5 Mijdar 2016
Derbarê Ferhat Encu de jî biryara girtinê hat dayîn
Parlementerê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu ku ew jî di çarçoveya operasyonê de hatibû binçavkirin, hat girtin.
4 Mijdar 2016
Parlementerên HDPê Nursel Aydogan û Leyla Birlik hatin girtin
Derbarê Parlementerên HDPê Nursel Aydogan û Leyla Birlik ku îro hatibûn binçavkirin de dadgehê biryara girtinê da.
4 Mijdar 2016
Yuksekdag: Ferqa we yê ji derbekaran apolet-qerawêt e
Hevseroka Giştî ya HDPê Yuksekdag got: “Ew makeqanûna ku hûn ê bi derbekirinê çêbikin, gelo wê bibe tişteke nû; di navbera we û derbekaran de gelo çi ferq heye? Qet. Tenê ferqa qeraw^t û apoletê ye.
25 Cotmeh 2016
Şaredarê Şirnexê: Ew dixwazin cihek bi navê Şirnexê nemîne
Duhî zoma konan a Şirnexê hat valekirin. Şaredarê Şirnexê got: ‘’Teblîxatek nîne, sebebên bi awayekê fermî hatîn eşkerekirin nînin, ji bo xwe-starkirinê ti cihên hatîn eşkerekirin nînin.’’
25 Cotmeh 2016
Çiçek Tahaoğlu
1
2
3
4
5
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver