Cîhanê di dîrokê de germtirîn Çirîya Paşîn îsal derbas kiriye
Li gor rapora Servîsa Guherîna Avhewayê/Îqlîmê ya Kopernîkê ya Yekîtîya Ewropayê ku germahîya hewayê û ser rûyê erde analiz dike, cîhanê Çirîya Paşîn ya herî germ derbas kiriye. Çirîya Paşîn ya 2020an, ji rêjeya navendî ya navbera 1981-2010an bi qasî 0,8 pileyan germtir derbas bûye.