Serokê Srî Lankayê welatê xwe terikandiye û rewşa awarte hatiye ragihandin
Li Srî Lankayê piştî ku xwepêşandêran bi ser qesra serokatiyê de girtibû serokê wî welatî Gotabaya Rajapaksa aşkere kiribû ku ew ê dev ji wezîfeya xwe berde. Rajapaksa bi balafireke leşkerî çûye Maldîvê. Piştî ku serokê Srî Lankayê ji welêt derketiye, rewşa awarte hatiye ragihandin.