PEN: Demîrtaşî berdin
PEN bang kiriye ku li gorî biryara DMMEyê Demîrtaş bila serbest bimîne. Her weha bi bîr xistiye ku PENa Almanya, Meksîka û Katalonyayê Demîrtaşî weke endamê rûmetê hilbijartiye. Bang li PENên din kiriye ku Demîrtaşî weke endamê rûmetê hilbijêrin.