837 rojnameger û 62 saziyên çapemeniyê: Em li cem hempîşeyên xwe yên desteserkirî ne!
Rojnameger, saziyên çapemeniyê û rêxistinên pîşeyî li dijî desteserkirina rojnameger û xebatkarên çapemeniyê yên Kurd daxuyanî dane. Îmzeya 837 rojnameger, 62 saziyên çapemeniyê û rêxistinên pîşeyî li bin daxuyaniya ku bi çar zimanan hatiye weşandin ne.