Li sê bajaran tayînkirina qeyûm tê protestokirin
Welatiyek bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û got: “Madem dê we qeyûm tayîn bikira, wê demê we çima hilbijartin li dar xist? Min dayik û bavê xwe yê kal ji derve anî. Dengê xwe dan. Em vê neheqiyê qebûl nakin. Heke hûn bêdeng bimînin, wê demê hûn şeytanên bêziman in.”