Li Saraçhaneyê polîsan bi awayekî bêserûber guleyên plastîk reşandin
Polîsan bi gaza bîberê û guleyên plastîk mudaxaleyî girseya ku li Saraçhaneyê kom bûbûn, kir. Di nava girseya ku li kolanan belav bû de, gelek kes hatin desteserkirin, rastî lêdanê hatin û birîndar bûn.