ÇETOYÊ ZÊDO NIVÎSANDIYE
"Ger ku em lîstik û kenê zarokan bi kurdî nexemilînin, em ê hemû pûç û bêkok bibin"
Li Bakurê Kurdistanê şanoya zarokan bêtir ji aliyê kes û saziyên fermî ve tê pêkanîn. Ev dibe sedema ku zarok di şanoyê de ji “kurdî” dûr bikevin. Mamosteyên kurd yên ku doza zimanê dayîkê dikin, divê di daxwaz û pêşengiya şanoya zarokan de bin.