“Bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê”
Hevberdevka Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê ya HDPê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê têkildarî sala nû ya perwerdeyê axivîye û wiha gotiye: “Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e. Dersên bijarte cihê wê nagire.” Her weha li bajarên herêmê gelek sazî û rêxistinan têkildarî kurdî û sala nû ya perwerdeyê daxûyanî dane.