Li Enqere, Stenbol û Bûrsayê jî derketina derve ya bê maske qedexe bûye
Li gorî daxuyaniyên Walîtiyên Enqere, Stenbol û Bûrsayê, li her sê bajaran jî derketina derve ya bê maske hatiye qedexekirin. Tevî van bajaran hejmara bajarên ku derketina derve ya bê maske lê hatiye qedexekirin gihaştiye 48an.