Xwenîşandanên li Yewnanistanê: “Ji ber ku ew Roman in gule bera wan dan”
Piştî ku polîsan li Selanîkê xortekî 16 salî yê roman bi guleyan birîndar kir, li Selanîk û paytext Atînayê zêdetirî hezar û 500 kesan xwenîşandan li dar xistiye. Îro wê polîsê gumanbar ê hatiye desteserkirin û ji kar hatiye derxistin, bibin dozgeriyê.