ROJA TEKOŞÎNA DIJÎ KARKERIYA ZAROKAN A CÎHANÊ
“62 karkerên zarok mirin e”
Di sala 2002an de Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) ji bo balê bikşîne ser rewşa neyînî û şert û mercên giran ên bi sed milyonan zarokên li cîhanê dixebitin, roja 12ê Hezîranê wekî “Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan” diyar kiriye. Bi vê minasebetê Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Amedê bi wesîleya "Roja Têkoşîna li dijî Karkeriya Zarokan" daxuyaniyeke çapemeniyê daye.