Belgefîlma “Rewşen”ê ya Cemil Oguzî dê li Şa Performansê bê nîşandan
Piştî hikumeta Tirkiyeyê qedexeya li ser weşana bi zimanê kurdî rakirî yekem kovara dest bi weşanê kirî kovara Rewşenê ye. Cemil Oguzî çîroka weşana wê kovarê kiriye belgefîlm. Belgefîlma bi navê Rewşen dê 10ê Sibatê, siet 20:00ê li Şa Performansê bê nîşandan.