Hejmara rastî ya bêkaran ji 9 mîlyonî zêdetir e
TUÎKê aşkere kir ku rêjeya bêkariyê ya meha Îlonê ji sedî 8,6 e û hejmara bêkaran jî 3 milyon û 100 hezar e. Daneyên vê mehê û Tebaxê weke yek in. Lêbelê, ev daneyana sînordar kirîne. Rêjeya bêkariyê ya berfirehkirî ji sedî 25,6 e û hejmara rastî ya bêkaran jî 9 milyon û 258 hezar kes e.