RAPORA TIRKIYEYÊ YA 2021AN A KOMÎSYONA YEYÊ
YE: Di mijara mafên bingehîn ên mirovan de rewş xirabtir bûye
YEyê diyar kiriye ku di mijarên mafên mirovan, dewleta hiqûqî, serxwebûna darazê û azadiya çapemeniyê de rewş xirabtir dibe û Tirkiyeyê sedemên metirsiyan ji holê ranekiriye, biryarên derbarê Demîrtaş û Kavalayî bibîr xistiye.