PZK: Sersala Kurdan Pîroz Be!
Platforma Zimanê Kurdî bi daxuyaniyekê sersala Miladî ya hemû Kurdan pîroz kiriye û gotiye, “bi mebesta pîrozkirina sersala 2022 an ya Miladî bila her malbateke Kurd bi kêmasî ferhengeke Kurdî, romaneke Kurdî, pirtûkeke helbest û çîrokên Kurdî, lêkolînên zanistî û dîroka Kurdî di mala xwe de vehewînin.”