Pêşengeha Pirtûkan ya Amedê wê sibê dest pê bike
Pêşengeha Pirtûkan ya Amedê wê piştî 4 salan, sibê dest pê bike. Mêvanê ‘qîmet giran’ yê pêşengehê nivîskar û helbestvanê navdar Mûrathan Mûngan e. Pêşangeh wê sibê saet di 14.00an de bi axaftina Munganî vebibe û di saet 15.30an de jî wê Munganî pirtûkên ji bo xwendavanên xwe îmze bike.