"Min gelek caran xwest ku ji ber cudakariyê dev ji dibistana xwe berdim"
Zarokên Afganî ên ku ji ber şerên li Afganîstanê hatine Tirkiyeyê û perwerdeyê dibînin, xwe li welatekî din û di pergaleke din a perwerdeyê de dîtin. Pirsgirêka ziman, tûndkariya hevsalan û cihêkarî rê li serkeftina wan digire.