Jiyana penaberên karker ya di bin konan de
Paleyên çandiniyê yên demsalî di meha Nîsanê de ji bo kar diçin Çukurovayê û heta Çiriya Pêşiyê li wir dimînin. Paşê jî vedigerin malên xwe. Lêbelê karkerên penaber ên Sûriyeyê ku ji ber şerî nikarin vegerin welatên xwe, tevahiya salê li wir di nava şertên zehmet de dimînin.