Jinên ji mêrê xwe cida bûyîn dê bikarin paşnavê xwe li zarokên xwe bikin
Dadgeha Bilind diyar kir ku “mafê jina ji mêrê xwe cida bûyî û welayeta zarokên xwe standî heye ku paşnavê xwe li zarokên xwe bike, ew dikare vî mafî ji Dadgeha Malbatê bixwaze.”