Parlamenterên HDPê yên jin: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
Parlamenterên jin yên HDPê bi boneya salvegera îmzekirina Peymana Stenbolê pankartek bi sûrên Amedê ve danîne. Ayşe Acar Başaran, Berdevka Meclîsa Jinan a HDPê gotiye, “jinan gotina xwe ya dawî negotiye û peyman di pratîkê de ye û dê dev ji Peymanê bernedin.”