DOZA GIRTINA HDPÊ
Serdozgerî nêrîna xwe pêşkeşî Dadgeha Destûrî kiriye
Bekîr Şahîn, Serdozgerê Komarî nêrîna xwe ya derbarê doza girtina HDPê de pêşkeşî Dadgeha Destûrî kiriye. Şahînî xwestiye ku bila îtiraz û daxwazên di paraznameya HDPê de ne neyên qebûlkirin û nêrîna xwe ya di îddianameyê de ya ku “bila ji binî ve were girtin” dûbare kiriye.