Dadgehê 3 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Nûrcan Yalçinê biriye
Di çarçoveya operasyona li dijî Komeleya Jinan a Rosayê de derbarê rojnameger Nûrcan Yalçinê de bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin. Dadgehê 3 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li Yalçinê biriye.