DISKê nexşeya înteraktîf a Berxwedana 15-16ê Hezîranê amade kiriye
DISKê ji bo salvegera Berxwedana Mezin a Karkeran a 15-16ê Hezîrana 1970an nexşeyeke înterakîf amade kiriye. Di vê nexşeyê de çalakî, rêyên meşên protestoyî, daxwazên karkeran û nûçeyên derbarê van tiştan de hatine weşandin, hene.