Pirtûkek û 6 çîrokên Êzidiyên Şengalê
Pirtûka bi navê “Di bin Siya Çengan de/Dema ku Şengal Biaxive” behsa serpêhatiyên Êzidiyan dike ku piştî DAIŞê di Tebaxa 2014yê de êrîş biribû ser Şengalê û Êzidî neçar mabûn ku mal û milkên xwe, cî û warên xwe terk bikin û berê xwe bidin Tirkiyeyê.