Li Afganistanê lehî: Di nava 3 rojan de 18 kes mirine
Di lehiyên ku li Afganîstanê rabûne de, di nava 3 rojan de 18 kes mirine û herî kêm 20 kes jî birîndar bûne. Li eyaleta Belûcistana Pakistanê ku ji Hezîranê vir va barana mûsonê lê dibare, hejmara miriyan derketiye 136an.