Wezîr İşikhan: Mûçeya herî kêm 22 hezar û 104 TL ye
Di Komîsyona Diyarkirina Mûçeya Herî Kêm de karkeran pêşniyar kir ku bila mûçeya herî kêm weke 29 hezar û 583 Lîreyê Tirk were diyar kirin. Lêbelê nûnerên dewletê û xwedîkaran ev pêşniyar qebûl nekirin. Turk-İşê ragihand ku ew ji civîna mûçeya herî kêm derketine. Daxuyaniya biryarê Wezîr İşikhan kir, Erdogan jî li ser hesabê medyaya civakî ragihand.