Metîn Gurcan, Damezrînerê Partiya DEVAyê hatiye girtin
Dadgeha Aştî û Cezê ya Nobedar biryara girtina Metîn Gurcan, endamê lijneya damezrîner yê Partiya DEVAyê daye û ew şandiye girtîgehê. Gurcanî bi tohmeta ku “Sîxuriya leşkerî û sîyasî kiriye” hatibû desteserkirin.