Li Marsê “mîqdareke zêde av” hatiye dîtin
Ajansa Fezayî ya Ewropayê (ESA) û Ajansa Fezayî ya Rûsyayê (Roscosmos) bi saya peyka hevpar, Trace Gas Orbiterê li Marsê di bin rûyê erdê de av dîtine. Ava ku hatiye dîtin qeşa ye û dibe ku bikaribin bikar bînin.