ŞERÊ RÛSYA-ÛKRAYNAYÊ | ROJA 57AN
Rûsya: Me kontrola Marîûpolê bidest xist
Wezareta Berevaniya Rûsyayê aşkere kiriye ku wan kontrola bajarê Marîûpolê bidest xistiye. Bi tenê kontrola fabrîkaya hesinan a Azovstalê nehatiye kontrolkirin ku leşkerên ûkraynî û sivîl xwe spartine wir. Pûtînî gotiye, bila bi ser wir de negirin.