Erdogan dê di 9ê Tebaxê de biçe Rûsyayê
Ji dema Tirkiyeyê balafira Rûsyayê xistî ve, cara pêşiyê ye ku wezîrekê Tirkiyeyê çû Rûsyayê. Cihgirê serokwezîrê Tirkiyeyê, Ahmet Şîmşek çû Rûsyayê û diyar kir serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî dê di 9ê tebaxê de biçe Rûsyayê.