DOZA BETALKIRINA "PEYMANA STENBOLÊ"
Dozger: Betalkirina Peymana Stenbolê ne hiqûqî ye
Danişîn li salona konferansê ya Encumena Dewletê pêk hatiye ku 550 kes dikarin li wir bicih bibin. Ji çarhawirdorên Tirkiyeyê bi sedan parêzer û nûnerên saziyên dozdar, tevî gelek rêxistinên jinan beşdarî danişînê bûne.