Çalakvanê Îranî Kiyanûş Sencarî ji bo rejîma Îranê protesto bike, xwe kuşt
Kiyanûş Sencarî nêzî 20 salane li Îranê ji bo demokrasî û mafên mirovan têdikoşe. Sencarî bi vê têkoşîna tê naskirin. Sencarî herî dawî gotibû ku ger 4 girtiyên siyasî di nava 24 saetan de neyên berdan ew ê xwe bikuje. Sencarî piştî 24 saetan xwe ji axahiyek bilind avêt û jiyana xwe ji dest da.