Îddianameya Sedef Kabaşê qebûl bûye: 12 sal û 10 meh ceza tê xwestin
Rojnameger Sedef Kabaş ji ber gotinên xwe yên li dijî Erdogan hatibû girtin. Kabaş bi tohmeta ku ‘heqaret li Serokomarî’ û ‘li du wezîran’ kiriye wê bê dadgehkirin. Ji bo Kabaşê bi giştî 12 sal û 10 meh cezayê girtîgehê tê xwestin.