6 sal qedexeya hevdîtinê dane girtiyeke jin
Li Girtîgeha Cureya Eyê ya Mêrdînê girtiyên jin ji ber ku li dijî hijmartina derveyê qawîşê derdikevin, cezaya dîsîplînê dane wan. 6 sal qedexeya hevdîtinê dane jinekê û 210 roj cezayê girtina li hicreyê jî dane jineke din.